Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê sibê serdana Tirkiyê dike
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, roja Çarşemê serdana Tirkiyê dike û wê di serdana xwe de li ser Ukrayna û Sûriye gotûbêjan bike.
Li gor zanyariyan Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov serdana Tirkiyê dike û egereke zêde jî du mijarên sereke li ser maseya gotûbêjê dibin. Ew jî hevahengiya Moskow û Enqerê ji bo destûrdan û organîzekirina hinardekirina genimê depokirî yê Ukraynayê ji sayloyên Odesa û benderên din ên ser bi Deryaya Reş û gihandina genim ji bo bazarên cîhanê ku di rêya avî ya Tirkiyê re derbas dibin.
Herwiha tê çaverêkirin ku rewşa Sûriyê û êrîşa çaverêkirî ya Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê jî bên gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin