Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê re dicive
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad re dicive.
Li gor Wezareta Karên Derve ya Rûsya ragihand, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad, roja Sêşemê 23yê Tebaxê de li Moscowê dicivin. Biryar e çareseriya siyasî û ajandaya Astane gotûbêj bikin.
Cîgirê Rêveberiya Ragihandin û Çapemeniyê ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Ivan Nechayev jî eşkere kir, wê Lavrov û Mîqdad mijarên girîng ên rojeva navneteweyî û herêmî, bi berfirehî gotûbêj bikin.
Ivan Nechayev da zanîn, her du alî wê giringiyeke taybet bidin rewşa Sûriyê û derdora wê û tekezî li ser erkê pêşxistina lihevkirineke berfireh li komarê dikin.
Nachayev di berdewamiya daxuyaniyê de eşkere kir: “Tê plankirin ku mijarên di rojeva formata Astanayê de, ji ber çavgirtina encamên civîna sêalî ya Rûsiya-Îran-Tirkiyê ku di 19ê Tîrmeha îsal de li Tehranê hat lidarxistin, û mijarên xebatên Destûra Bingehîn a Sûriyê bên gotûbêjkirin.”
Herî dawî Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê da zanîn ku, Lavrov û Mîqdad, wê rewş û perspektîfên pêwendiyên piralî yên Rûsya û Sûriyê, kar û rêyên bihêzkirina hevkariyên pratîkî di warên cuda de binirxînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin