Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê: Pêwendiyên Rûsya û Çînê di asta herî xurt de ne
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov di derbarê pewendiyê Rûsya û Çînê de da zanîn, pêwendiyên Rûsya û Çînê di asta herî xurt de ne.
Sergei Lavrov diyar kir, welatên rojavayî dixwazin bi sizayan dora Moskowê bigirin, lê eşkere kir ku pêwendiyên Rûsya û Çînê di asta herî xurt de ne.
Pekîn jî li ser pêwendiyê xwe yên bi Rûsyayê re dibêje, ew ê pêwendiyên xwe yên bazirganî û yên normal yên bi Moskowê re bidomîne ku wê heta niha kiryarên Rûsya yên li Ukrayna jî şermezar nekirine.
Rayedarên Amerîkî di rojên borî de Çîn ser pêwendiyên bi Rûsya re hişyar kiribûn û ji wê xwestibûn ku di dagirkirina Ukrayna de piştgiriyê nede Moskowê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin