Stoltenberg ji bo endamtiya NATO ya Fînlanda û Swêdê serdana Tirkiyê dike
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, piştî hevdîtina ligel Serokwezîrê Romanya Nicolae Ciuca di civîneke rojnamevanî de ragihand ku ew bi kêfxweşî xebatên bicihanîna rêkeftina hevpar a Tirkiye û Swêdê pêşwazî dike.
Herwiha Stoltenberg ragihand ku ew dê ji bo mijara endamtiya herdu welatên Fînlanda û Swêdê serdana Tirkiyê bike û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî bicive.
Jens Stoltenberg got ku ew bawer e wê her 30 endamên NATOyê endamtiya Fînlanda û Swêdê pesend bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin