Parlamentoya Tirkiyê ji bo endamtiya NATO ya Swêdê dicive
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku tê çaverêkirin, îro 23yê Çileyê protokola endamtiya Swêdê ya NATOyê li Parlamenyo Tirkiyeyê biçer ber dengdanê.
Li gorî ragihandina Reutersê dibe ku îro li parlamentoya Tirkiyê dengdan bo endamtiya Swedê bê kirin. Herwiha AFPê jî ragihandiye ku dibe, rûniştina parlamentoyê bimîne roja Pêncşemê.
Beriya niha komîsyona derve ya parlamentoyê dosyeya endamtiya NATO ya Swêdê pesend kiribû û ji civata giştî ya parlamenê re şandibû. Li gorî zanyariyan, dê Tirkiye endamtiya Swêdê ya NATOyê bipejirîne.
Tirkiyê bi hinceta ku Swêd piştevaniya alîgirên FETO û PKKê dike, serlêdana endamtiya wê NATOyê dabû rawestandin ku herî dawî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îmze kiribû ji bo pesendkirinê şandibû parlamentoyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin