Ji Rûsya sîroveya pesendkirina endamtiya NATO ya Swêdê ji aliyê Tirkiyê ve...
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, pesendkirina protokola endamtiya NATO ya Swêdê li Parlamentoya Tirkiyeyê şîrove kir.
Li gorî ragihandina ajansa rûsî Sputnîkê, Peskov li ser qebûlkirina endamtiya NATO ya Swêdê ji aliyê Tirkiyê ve gotiye, ew biryara serwer a Tirkiyeyê ye.
Peskov ji rojnamevanan re gotiye: "Ev biryara parlamentoya Tirkiyê ye. Tirkiye hê jî endama NATO ye, ev rastiyeke eşkere ye. Berpirsiyariyên Enqereyê hene û pêvajoyên muzakereyê yên hevpeymaniyê hene. Ev biryara serwer a Tirkiyeyê ye.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî hilawistina demeke dirêj di dengdana şeva borî de, protokola endamtiya NATO ya Swêdê ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve hatibû pesendkirin û bi vê biryarê re astengeke li pêşiya endamtiya Swêdê ya NATO rabû. Niha tenê Macaristan maye ku endamtiya NATO ya Swêdê nepejirandiye. Ger ew jî bipejirîne Swêd bi fermî wê bibe endama NATOyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin