Ji Fînlandayê pistî endamtiya NATO yekem hemleya Rûsyayê...
PeyamaKurd – Welatê Fînlanda ku wek endama 31ê ya NATOyê çend meh berê hate pesendkirin, yekem hemleya xwe ya li hemberî Rûsayê pêk anî.
Wezîra Navxwe ya Fînlandayê Mari Rantanen li paytext Helsînkîyê ragihand ku Fînlandiya şeva Şemiya bê çar deriyên xwe yên sînorî yên bi Rûsyayê re digire.
Rantanen got ku deriyên sînor ên Vaalimaa, Nuijamaa, Imatra û Niirala yên bi Moskowê re wê bêne girtin.
Hikûmeta Fînlandiya Rûsyayê bi şandina koçberên neyasayî bi ser welatê wan de tawanbar dike ku Rûsya hewl dide piştî endamtiya NATOyê aramiya welat têk bide.
Serokwezîrê Fînlandayê Petteri Orpo jî ragihand ku ew çalakiyên Rûsyayê “ne surprîz in” û welatê wî ji bo rûbirûbûna wan amade ye.
Li gorî rayedarên Fînlandiyayê di çend mehên dawî de hejmara koçberên Rojhilata Navîn û Afrîkayê, bi taybetî jî koçberên Iraqî, Yemenî û Somalî zêde bûne.
Serokwezîr Orpo got: “Em dixwazin ev bûyer bi dawî bibe û çalakiyên li ser sînor normal bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin