Parlamentoya Tirkiyê protokola endamtiya NATO ya Fînlandayê qebûl kir

23 March 2023 22:07 0 dîtin
Parlamentoya Tirkiyê protokola endamtiya NATO ya Fînlandayê qebûl kir

PeyamaKurd – Komîsyona Karûbarên Derve ya Parlamentoya Tirkiyê, îro 23yê Adarê belgeya endamtiya Fînlanda ya NATOyê qebûl kir.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, protokola endamtiya NATO ya Fînlandayê hefteya borî îmze kiribû û roja Înê şandibû ber destê parlamentoyê.

Tê çaverêkirin piştî qebûlkirina li komîsyona karûbarên derve, pêşniyaryasaya protokola endamtiya Fînlandayê li parlamentoyê biçe ber dengdanê û were pesendkirin.

Li aliyê din proseya endamtiya NATO ya welatê Swêdê jî ji bo demeke nediyar hatiye hiştin ku Tirkiye bi hinceta piştevaniya terorê û radest nekirina hejmarek kesan, endamtiya NATOyê asteng dike.