Parlamentoya Tirkiyê ji bo endamtiya Swêd a NATOyê kete tevgerê: ‘Kesekî PKKyî hate radestkirin’

16 November 2023 18:49 0 dîtin
Parlamentoya Tirkiyê ji bo endamtiya Swêd a NATOyê kete tevgerê: ‘Kesekî PKKyî hate radestkirin’

PeyamaKurd – Piştî ku serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, dosyeya pejirandina endamtiya NATO ya Swêdê îmze kir û şand Parlamentoya Tirkiyê, yekem civîna bo endamtiya NATO ya Swêdê li Komîsyona Derve ya Parlamentoyê hate kirin.

Hate ragihandin ku piştî Wezareta Derve nêrînên xwe yên derbarê endamtiya NATO ya Swêdê de, pêşkeş bike dê komîsyon biryara xwe bide û piştre protokola beşdariya Swêdê bo NATOyê bişîne ber dengdana civata giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê.

Tirkiyê wekî hinceta rawestandina pejirandina protokola beşdariya NATO ya Swêdê, piştgiriya PKKê û radestnekirina kesên PKKyî nîşan dida,

Li aliyê din, îro 16ê Mijdarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Burak Akçapar ragihand, Swêdê kesekî bi qeyda PKKê lêgerîn li ser hebû bo Tirkiyê hatiye radestkirin. Navê wî kesî û tawanan li ser nehat eşkere kirin.