Wezîrên Swêd û Tirkiyê ji bo endamtiya NATOyê dicivin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wezîrên derve yen Tirkiye û Swêdê ji bo mijara endamtiya Swêd bo NATOyê gotûbêj bikin, di nav hefteyê de li paytexta Norwêc Osloyê dicivin.
Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom ragihand ku piştî serkeftina Erdogan di hilbijartinan de, ji bo pîrozbahiyê bi hempîşeyê xwe Mevlut Çavuşoglu re axivî ye û biryar dane, roja Pêncşemê li Osloyê bicivin.
Billstrom daye zanîn ku Çavuşoglu pir bilez bersiva wî daye û gotiye, ew dikarin ji bo mijara NATO gotûbêj bikin hevdîtinê bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Tirkiyê beriya niha endamtiya Fînlandayê pejirandibû ku Swêd jî hêvî dike beriya Lûtkeya NATOyê ya meha Tîrmehê Tirkiyeyê razî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin