Tirkiyê gotûbêjên destpêkê yên endamtiya Swêd û Fînlandiya bo NATOyê veto kir

18 May 2022 18:30 0 dîtin
Tirkiyê gotûbêjên destpêkê yên endamtiya Swêd û Fînlandiya bo NATOyê veto kir

PeyamaKurd – Piştî ku îro 18ê Gulana 2022yan herdu welatên Fînlandiya û Swêd belgeya fermî ya bo endamtiya NATOyê pêşkeş kirin, civîna yekem a bo gotûbêjkirina endamtiya wan hat lidarxistin.

Hat ragihandin ku Tirkiyê destpêkirina gotûbêjên endamtiyê yên bo Fînlandiya û Swêd veto kir.

Li gorî ragihandina ve Financial Times a Brîtanî û Ajansa Alman dpa, Tirkiyê dengdana bo destpêkirina gotûbêjên pêşîn ên endamtiya NATOyê ya Fînlandiya û Swêd veto kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beriya niha, piştevaniya Swêd û Fînlandiyayê ya bo PKKê wekî hinceta piştgirînedana endamtiya wan a NATOyê nîşan dabû.

Erdogan gotibû, “Me ji Swêd di çend salên dawî de, daxwaza radestkirina 30 terorîstan kiribû, ji me re gotin em nadin. Hûnê terorîstan nedin û bi ser de daxwaza endamtiya NATOyê bikin? Ji ber ku NATO bi xwe rêxistineke ewlekariyê ye, em nikarin bêjin belê.”

Piştî vê biryara Tirkiyê tê çaverêkirin ku nakokiyên welatên Amerîka û Ewropî bi Tirkiyê re kûrtir bibin.