Endamtiya Swêdê ya NATOyê li Komîsyona Derve ya Parlementoya Tirkiyê hate pesendkirin

26 December 2023 21:43 0 dîtin
Endamtiya Swêdê ya NATOyê li Komîsyona Derve ya Parlementoya Tirkiyê hate pesendkirin

PeyamaKurd – Protokola bo endamtiya NATOyê ya Swêdê ku li Parlamentoya Tirkiyê hatibû rawestandin, di Komîsyona Derve de hate pesendkirin.

Pêşniyar qanûna bo endamtiya NATO ya Swêdê, îro 26ê Kanûnê di Komîsyona Derve ya Parlamentoya Tirkiyê de çû ber dengdanê.

AK Partî, CHP û MHPê dengê ‘belê’ dan û IYI Partiyê jî dengê ‘na’ bikar anî. Herwiha DEM Partî jî beşdarê dengdanê nebû û bi piraniya dengan di komîsyonê de endamtiya Swêdê ya NATOyê hate pesendkirin.