Komîsyona karên derve ya Tirkiyê endamtiya Îsveçê ya NATOyê pasde xist
PeyamaKurd - Komîsyona karên derve ya meclisa Tirkiyê di bin serokatiya Fuat Oktay de civiya û li ser endamtiya Îsveçê ya NATOyê hevdîtin kirin. Di encamê de bi sedema ku endamên komîsyonê li ser mijarê têra xwe hûrahiya mijarê neaxifîbûn, mijarê paşde xistin. Di civînê de cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê serkonsul Burak Akçapar jî hebû. Oktay li ser mijarê got:
“Li ser mijara endamtiya Îsveçê ya NATO yê, em temamê endaman em ê bicivin, li serê munaqeşê bikin û biryara dawiyê bidin.”
Biryar ma heya civîneka dinê. Eger komisyona karên derve ya meclisa Tirkiyê bi erênî biryarê bide wê mnijar here meclisa mezin (TBMM) û bikeve ber niqaş û dengdanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin