Macarîstan: Tirkiyeyê protokola endamtiya Swêdê ya NATOyê pêskêsî meclîsê kir
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Macarîstanê Peter Szijjarto diyar kir, pêşkêşkirina protokola endamtiya Swêdê ya li NATOyê ji aliyê Tirkiyeyê ve, wê bi ti awayî bandorê li roja biryarê ya Macarîstanê neke.
Peter Szijjarto di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de got, “Îro em bi hevtayê xwe Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re bi telefonê axivîn. Fîdan ji min re da zanîn ku erêkirina endamtiya Swêdê ya NATOyê jî pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê hatiye kirin. Ev bi tu awayî rewşa me naguhere. Parlamentoya Macaristanê parlementoya serweriya welatekî serwer e û dê di vê mijarê de biryara serweriyê bide.”
Szijjarto bi bîr xist ku protokola erêkirina endametiya Swêdê ya NATOyê bi mehan e li parlamentoya Macarîstanê sekiniye û got, "Tirkiyeyê protokola endamtiya Swêdê ya NATOyê pêşkêşî meclîsê kir, ew gihandine wê astê ku bi mehan e em tê de ne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin