Li 4 bajarên Tirkiyeyê 19 kes bi tawanbariya "endamtiya PKKê" hatin destesekirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li 4 parêzgehên Tirkiyeyê, bi tawanbariya "propaganda PKKê" kirine û "endamên PKKê ne" 19 kes hatine desteserkirin.
Buroya Lêpirsîna Tawanên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê di çarçoveya lêpirsîna li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bi tawanbariya ku "endamên PKKê ne" û "li ser medyaya civakî propagandaya PKK û YPGê kiriye" di derbarê 23 kesan de biryara desteserkirinê da.
Hate hînbûn ku 6 ew kesên hatine desteserkirin ne hemwelatiyên Tirkiyeyê ne.
Li ser vê yekê tîmên Rêveberiya Sîxurî û Fermandariya Cendirmeyan li parêzgehên Îzmîr, Antalya, Kocaelî û Konyayê operasyonên hevdem pêk anîn.
Di encama operasyonan de 19 kes hatin desteserkirin û ji bo desteserkirina 4 kesên din jî operasyon didomin.
Hate ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, 4 xizmên ew kesên ku ne hemwelatiyên Tirkiyeyê ne birine Navenda Vegerandinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin