2 endamên PCSê bi hinceta endamtiya PKKê hatin girtin, 2 jî hatin berdan

11 July 2024 16:25 0 dîtin
2 endamên PCSê bi hinceta endamtiya PKKê hatin girtin, 2 jî hatin berdan

PeyamaKurd – Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) ku doza mafên zimanê Kurdî dikin û di serdegirtina polîsan de, li ser lêpirsîna Serdozgeriya Mersînê li Diyarbakirê hatibûn binçavkirin, îro 11ê Tîrmehê derketin pêşberî dadgehê.

Hate ragihandin ku endamên PCSê yên bi navê Ferîd Azad, Behçet Çiftçî, Mehmet Yucel û Ahmet Tepebaşi piştî binavçkirina 3 rojan îro li Dadgeha Sulh Ceza ya 3. a Mersînê derketin pêşberî dadgehê.

Bi hinceta endamtiya PKKê têne darizandin

Hate diyarkirin ku di danişîna îro 11ê Tîrmehê ya dadgeha Mersînê de, bi hinceta endatiya "Rêxistina Çekdarî ya Terorê" Ferîd Azad û Behçet Çiftçi hatin girtin û endamên PCSê Mehmet Yucel û Ahmet Tepebaşı jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

PCS: Têkiliya me bi ti partî û rêxistinê re nîne, em îthman qebûl nakin!

Endamên PCSê piştî biryara dadgehê ragihandin, “Em wekî Platforma Ciwanên Serbixwe didine zanîn ku em vê neheqîyê tu car qebûl nakin. Têkilîya me ya organîk bi tu partî û rêxistinê ra tine ye û em îtham û etîketên bi vî şiklî ji rastîyê dûr tu car qebûl nakin!”