Endamên PCSê yên ‘Sonda Kurdî’ xwaribûn hatin berdan

04 October 2024 16:24 0 dîtin
Endamên PCSê yên ‘Sonda Kurdî’ xwaribûn hatin berdan

PeyamaKurd – Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) ku bi tohmeta propagandaya terorê di encama serdegirtina malan de 9ê Tîrmehê hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin, îro derketin pêşberî dadgehê.

Endamê Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) Ferîd Azad, bi rêya sîstema platforma deng û dîmenî (SEGBİS) ji girtîgehê beşdarî rûniştina dadgeha Mêrsînê bû.

Di rûniştina yekem a dadgehê de, biryar hate dayîn ku Ferîd Azad û Behcet Çîftçî werin berdan û darizandina wan ji derve dewam bike.

Di rûniştina yekem de, parêzer Sitki Zîlan, Bedrî Kuran, Azad Dag û Îbrahîm Guçlu jî beşdarî kir. Rûniştina bê ya dozê bo 6ê Kanûnê hate paşxistin.

Platforma Ciwanên Serbixwe ku bi ‘Sonda Kurdî’ tê naskirin, gelek caran kampanyayên aştiyane yên hestiyarbûn û hişyariyê bo bikaranîna zimanê Kurdî li dar dixe.