Paltforma Ciwanên Serbixwe yekem çalakiya xwe ya ‘Sonda Kurdî’ li dar xist
PeyamaKurd – Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) yekem çalakiya xwe ya berxwedana pasîf bi navê ‘Sonda Kurdî’ li Meydana Şêx Seîd a Diyarbekirê li dar xist.
10 endamên Ciwanên Serbixwe, bi zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî sond xwarin ku ew dê bi kurdî bijîn û bi kurdî biaxivin.
Çalakiya yekem a Ciwanên Serbixwe bi piştî sonda kurdî bidawî bû û li gorî daxuyaniya platformê dê çalakiyên wan ên berxwedana pasîf bi reng û awayên curbecur berdewam bikin.
Platformê beriya vê çalakiya xwe ya yekem, li ser medya civakî ragihandiye. “Metoda me ya têkîşînê "Berxwedana Pasîv" e ku kurttirîn pênaseya wê "xebata bêşidet a protestoyê" ye. Di tu çalakîyeka me da bi tu awayî dê şidet tine be. Di vê çalakîya me ya pêşîn da (05.11.2023) jî dê "şidet û slogan" tine bin.”
Platforma Ciwanên Serbixwe diyar dike, “Eger di vê çalakîya me da şidetek rû bide yan jî sloganek were gotin, divê baş were zanîn ku ev yek provokasyon e û pêwendîya wê bi me tine ye; şideteka çawa dibe bila bibe û kîjan slogan dibe bila bibe! Û em vê jî dîyar bikin ku tu pêwendîyeka me di gel tu rêxistin û partî û tevgerekê tine ye, em xeteka serbixwe ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin