Li Edenê 10 kes bi hinceta endamtiya PKKê hatin girtin
PeyamaKurd - Li bajarê Edene yê Tirkiyê 10 kes bi hinceta endamtiya PKK hatin desteserkirin.
Li gor agahiyên berdest, tîmên dije terorê yên ser bi rêveberiya polîsê Edene ve, serê sibeha îro bi ser çend malan de girtin û di encamê 10 kes bi hinceta endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) girtin.
Danê sibehê tîmên polîsan avêtine bi ser malên wan kesan û deriyên malan şikandin û derbasî nava wan malan bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin