Bi hinceta “alîkariya PKKê" 5 kes hatin desteserkirin

19 June 2023 11:30 0 dîtin
Bi hinceta “alîkariya PKKê" 5 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd Bi hinceta “alîkariya PKKê” li Colemêrgê 5 kes hatin desteserkirin.

Li gor Parêzgariya Colemêrgê roja Yekşemê 18ê Hezîranê 2023an da zanîn, tîmên Şaxa Terorê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li ser kar û xebatên eşkerekirina bûyerên kiryar nediyar berdewam in.

Herwiha Parêzgariya Colemêrgê dibêje, “Di çarçoveya xebatan de bi îdiaya ku di sala 2014an de ji bo revandina kesekî alîkariya PKKê kirine 5 kes hatine desteserkirin.”

Kesên desteserkirî ji bo Fermandariya Cendirmeyan a Colemêrgê hatin birin. Derbarê 5 kesan de lêpirsîn berdewam e.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.