Îran | Bi hinceta hîcabê zêdetirî 100 kargeh hatin girtin, 500 otomobîl hatin desteserkirin

19 November 2023 17:35 0 dîtin
Îran | Bi hinceta hîcabê zêdetirî 100 kargeh hatin girtin, 500 otomobîl hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li paytexta Îranê Tehranê, bi hinceta ku li gorî yasa û rêkarên hîcabê tevnagerin, zêdetirî 100 dikan, kafeterya û restoran hatin girtin û hêzên Îranê dest danîn zêdetirî 500 otomobîlên welatiyan.

Cîgirê fermandarê polîsê Îslamşehrê Muhammed Elî ji medya Îranê re ragihandiye ku polîs di çarçoveya plana kontrolên bo bikaranîna hîcabê de, 121 kargeh girtine.

Elî diyar kiriye ku li Tehranê di nav 8 mehan de, li ser 15 hezar kargehên pîşeyî lêpirsîn hatine kirin û di encamê de jî ji 898 kargehan soza bicihkirina rêkarên hîcabê hatiye standin û 121 kargehên kafeterya, restoran û dikanên din hatine girtin.

Li gorî ragihandina berpirsê Îranî hevdem ji ber binpêkirina bikaranîna hîcabê dest danîne ser 517 otomobîlan û li ser xwediyê 80 wesayîtan jî proseya dadgehkirinê hatiye destpêkirin