Li Sirnexê 24 kes bi hinceta PKKê hatin desteserkirin û 6 kes ji wan hatin girtin
PeyamaKurd - Li Şirnexa bakurê Kurdistanê, bi hinceta endamtiya PKKê 24 kes hatin desteserkirin û ji wan 6 kes hatin girtin.
Walîtiya Şirnexê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da xuyakirin, “hêzên ewlekariya Tirkiyeyê, di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de li Şirnexê operasyon encam dan û 24 kes desteserkirin.”
Li gor zanyariyan, 20 kesên hatin desteserkirin ji bo dadgehê hatin veguhEstin û ji wan biryara girtina 6 kesan hate dayîn.
Lêpirsîna 4 kesan jî li Midûriyeta Polîsên wî bajarî berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin