Li Edenê 7 kes bi hinceta endambûna PKKê hatin desteserkirin

05 March 2020 12:34 0 dîtin
Li Edenê 7 kes bi hinceta endambûna PKKê hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Li bajarê Edenê 7 kes bi hinceta endambûna PKKê 7 kes hatin desteserkirin.

Li bajarê Edenê Tirkiyê bi hinceta ku li ser navê rêxistinên PKK-KCKê çalakî pêkanîne di derbarê 8 kesan de biryara girtinê hat dayîn.

Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyê,  Şaxê Tekoşîna Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlehiya Edeneyê li hemberî kesên navborî operasyonek da destpêkirin.

Hêzên Asayîş û Hêzên Tevgera Taybet jî piştgirî dan operasyonê û bi ser hinek malan de girtin û di encama derdegirtina malan de 7 kes hatin desteserkirin.

Kesên hatin desteserkirin, piştî kontrola tenduristiyê ji bo lêpirsînê bo rêveberiyên ewlehiyê hatin şandin.

Herwiha hat ragihandin ku ji bo desteserkirina kesekî din operasyon hêj berdewam e.