Bi hinceta endamtiya DAISê 8 kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li navçeyên Akdeniz û Mezitliyê yên ser bi parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyê, bi hinceta endamtiya DAIŞê 8 kes hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan, îro li navçeyên Akdeniz û Mezitliyê tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Mêrsînê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de li dijî DAIŞê operasyonek li dar xistin.
Herwiha di operasyona ku sibehê zû hemwext hat kirin û bi ser hejmarek navnîşan de hat girtin, bi hinceta endamtiya DAIŞê kesên bi navê A.S, M.A, A.A, O.A, S.M, A.K.Î, A.A.K. û O.A.A. hatin desteserkirin. 8 kesên hatin desteserkirin ji bo karên îfade wergirtinê birin Rêveberiya Ewlekariya Mêrsînê.
Medya fermî ya Tirkiyê diyar kir, 8 kesan di nav baskên îstixbarî û lojistikî yê rêxistinê de kar kirine û şerê çekdarî kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin