Li Enqerê 22 kesên Iraqî bi tohmeta endamtiya DAISê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Enqerê yê Tirkiyê, bi tohmeta “endamtiya rêxistina DAIŞê” 22 kesên Iraqî hatin desteserkirin.
Hêzên Dije Terorê li Enqerê li dijî rêxistina DAIŞê operasyonek encam dan û di encama operasyonê de, 22 endamên DAIŞê hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan, kesên hatine girtin hemwelatiyên Iraqê ne û “pêwendiya wan bi herêmên şer” hatiye izbatkirin.
Lêkolîna wan, heta niha jî berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin