Li Tirkiyê 24 kesên Iraqî bi tohmeta endamtiya DAISê hatin girtin

05 October 2020 13:35 0 dîtin
Li Tirkiyê 24 kesên Iraqî bi tohmeta endamtiya DAISê hatin girtin

PeyamaKurd - Li paytexta Tirkiyê Enqerê, 25 kes bi tohmeta “endamtî û alîkariya” DAIŞê hatin girtin û 24 kes ji wan Iraqî ne.

Li gor zanyariyan, hêzên Dije Terora Tirkiyê îro, 05.10.2020, di danê sibê de li Enqerê operasyonek li dar xistin.

Di çarçovaveya operasyonê de, hêzên emnî yên Tirkiyê bi hevkariya MITê bi ser gelek malan de girt û di encamê de bi tohmeta “endamtî û alîkarî”ya rêxistina DAIŞê 25 kes hatin girtin.

Li gor zanyariyan, 24 heb ji wan kesên hatine girtin Iraqî ne û kesek jî Fînlandî ye.

Herwiha hatiye diyarkirin, di encama wê xebata hêzên emnî-MITê de, 29 kes hatin tespîtkirin ku “li deverên şer ên Sûriyê mane, peywendiya wan li gel DAIŞê heye û di nav wê rêxistinê de kar kirine.”

Li aliyê din xebatên ji bo girtina 4 kesên din ên ne hemwelatiyên Tirkiyê ne, berdewam dikin.