Li Tirkiye 4 kesên biyanî bi tohmeta endamtiya DAISê hatin girtin

13 November 2021 10:59 0 dîtin
Li Tirkiye 4 kesên biyanî bi tohmeta endamtiya DAISê hatin girtin

PeyamaKurd – Di encama operasyoneke li dijî rêxistina terorî ya DAIŞê, ya li bajarê Yozgatê yê Tirkiyê de, 4 kesên biyanî ku hatibûn desteserkirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Hêzên Ewlekariyê yê Tirkiyê, di 9ê Mijdara 2021an  de li navçeya Sorgun ya ser bi bajarê Yozgatê yê Tirkiyê ve  bi hevahengiya Serdozgeriya Komarê ya wê parêzgehê li dijî rêxistina terorî ya DAIŞê operasyonek pêk anîbûn û di encamê de 4 kesên biyanî bi tohmeta endamtiya wê rêxistinê hatibûn desteser kirin.

Li gor agahiyên di medyaya Tirkiyê de belav bûne, ew 4 kesên biyanî ku hatibûn desteserkirin, do 12ê Mijdara 2021an ji aliyê dadgehê ve hatine girtin û ew 4 kes şandine girtîgehe.