Bi tohmeta endamên DAISê ne 5 kesên biyanî hatin desteserkirin

19 July 2022 11:39 0 dîtin
Bi tohmeta endamên DAISê ne 5 kesên biyanî hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, li parêzgeha Edenê bi tohmeta endamên DAIŞê ne, 5 kesên biyanî desteser kirin.

Medya Tirkiyê eşkere kir, tîmên Rêveberiya Ewlekariya Edenê, di çarçoveya xebatên dijî DAIŞê de, ji bo desteserkirina 6 kesan li bajêr operasyonek li dar xistin.

Li gor zanyariyan, di operasyonê de bi îdîaya ku li Iraq û Sûriyê di nav DAIŞê de kar kirine û pişt re bi rêyên qaçax derbasî Tirkiyê bûne bi ser hejmarek mal de hat girtin û 5 kes hatin desteserkirin.

Herwşha hat zanîn ku ji bo desteserkirina kesekî din jî kar û xebat berdewam in.