Li Stenbolê 10 gumanbarên biyanî bi tohmeta DAISê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Medya Tirkiyê diyar kir, li 7 navçeyên parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê dijî DAIŞê operasyonên hevdem li ser 13 navnîşanan hatine kirin û di encamê de 10 gumanbarên biyanî hatine desteserkirin.
Li gor medya Tirkiyê, tîmên Rêveberiya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê li Stenbolê, bi armanca gumanbarên ku li ser navê DAIŞê çalakiyan dikin û amadekariyê wan heye çalakiyên nû bikin, operasyonek kirine û di encama wê operasyonê de, 10 gumanbarên biyanî hatine desteserkirin.
Herwiha li gor agahiyên hatine belavkirin, di pişkînîna navnîşanan de tîmên ewlekariyê dest danîne ser hejmarek belge û kelûpelên dijîtal jî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin