Li Stenbolê 12 kes bi tohmeta endambûna DAISê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, di encama operasyoneke li bajarê Stenbolê, 12 kes bi tohmeta endambûna DAIŞê desteser kirin.
Yekîneyên Antî Terorê yên bi Rêveberiya Asayişa Stenbolê ve, îro destê sibehê girtin ser navnîşanên hejmarek kesên ku pêwendiya wan li gel rêxistina DAIŞê heye.
Operasyon li 8 qeza û bajarokên metropola Stenbolê hat lidarxistin û polîsan girtin ser 12 navnîşanan û piştî lêgerîn û pişkinînê, 12 kesên gumanbar hatin desteserkirin.
Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, hêzên ewlehiyê herwiha dest danîn ser hejmarek belgeyên rêxistinê û amûrên dîjîtal û kesên desteserkirî şandin Rêveberiya Giştî ya Asayişa Stenbolê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin