Li Stenbolê 13 kes bi tohmeta endamtiya DAISê hatin girtin

30 September 2020 12:31 0 dîtin
Li Stenbolê 13 kes bi tohmeta endamtiya DAISê hatin girtin

PeyamaKurd - Li Stenbolê bi tohmeta endamtiya DAIŞê, 13 kesên biyanî hatin girtin.

Li gor zanyariyên ji medyaya Tirkiyeyê, hejmareke zêde çekdarên biyanî yên DAIŞê ku li Sûriyê û Iraqê tevlî şer û pevçûnan bûne, derbasî Tirkiyê bûne û amadekariya çalakiyan dikin.

Hêzên Dijeterorê di çarçoveya lêpirsînê de, li 16 navçeyên Stenbolê, operasyon li dar xistin û hemû biyanî, 13 kes girtin.

Li gor agahiyan, di operasyonê de, hejmarek dokumentên rêxistinî jî hatine desteserkirin.