Li Stenbolê 8 kes bi tohmeta hevkariya bi DAISê re hatin desteserkirin

07 May 2021 13:29 0 dîtin
Li Stenbolê 8 kes bi tohmeta hevkariya bi DAISê re hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li Stenbolê, di encama operasyonekê de 8 kes bi tohmeta hevkariya li gel rêxistina DAIŞê hatin desteserkirin.

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, li dijî rêxistina DAIŞê operasyonek hevdem li 10 navçeyan cuda pêk anîn.

Di operasyonê de, girtin ser 15 navnîşanan û 8 kes bi tohmeta endambûn an alîkariya DAIŞê desteser kirin.

Operasyon di çarçoveya lêkolînên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Rêveberiya Asayişa Stenbolê de, li dijî kesên ku pêwendiya wan bi rêxistina DAIŞê re heye, hat encamdan.

Piştî operasyonê, kesên desteserkirî bo avahiya asayişê hatine veguhastin û lêkolîn bi gumanbaran re berdewam e.