Tirkiyê 4 kesên ku bi tohmeta qaçaxiya koçberan hatibûn desteserkirin girt
PeyamaKurd – Dadgeha Tirkiye, li bajarê Mûgla 4 kesên ku bi tohmeta qaçaxiya koçberan hatibûn desteserkirin girt.
Li gor zanyariyan, hêzên ewlekariya Tirkiye do 10ê Tebaxa 2022ê li navçeya SeydîKemer a Muglayê li daristanekê 89 koçberên neyasayî ligel 4 gumanbarên qaçaxiya koçberan desteser kiribûn.
Herwiha hat zanîn ku îro 11ê Tebaxa 2022ê karûbarên yasayî yên wan gumanbaran li dadgehê temam bûne û her 4 kes ji aliyê dadgehê ve bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin