Fransayê Kurdek bi tohmeta PKKê radestî Tirkiyê kir
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Kurdekî li Fransayê hatibû girtin û Tirkiyê bi hinceta endamê PKKê ye daxwaza wî kiribû, radestî Tirkiyê hate kirin.
Navenda Asayîşa Giştî ya Tirkiyê (EGM) ragihandiye ku kesê bi navê Mehmet Kopal ê ji PKK/KCKê lêgerîn li ser hebû, bi hevkariya Înterpol û Europolê 9ê Nîsanê ji Fransayê hatiye dersînorkirin û radestî Tirkiyê hatiye kirin.
Li aliyê din Encûmena Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) jî piştrast kiriye ku çalakvanê Kurd Mehmet Kopal 9ê Nîsanê hatiye dersînorkirin û dersînorkirina wî ya bi hevkariya Fransa û Tirkiyê şermezar kir.
Hêjayî gotinê ye, meha borî jî kurdekî bi navê Firaz Korkmaz li Fransayê hatibû dersînorkirin û piştre jî hatibû girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin