Dadgeha Swêdê cara yekem kesek ji ber PKKê ceza kir, lê radestî Tirkiyê nayê kirin!

20 September 2023 18:42 0 dîtin
Dadgeha Swêdê cara yekem kesek ji ber PKKê ceza kir, lê radestî Tirkiyê nayê kirin!

PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a Swêdê, kesekî 40 salî ku ji PKKê dihat darizandin bi 4,5 meh girtîgehê ceza kir.

Herwiha dadgehê piştî kişandina cezayê xwe, radestkirina wî kesî bo Tirkiyeyê jî red kir.

Hate diyarkirin ku ew kes bi hinceta fînansekirina terorê, êrîşa çekdarî û hewldana xespê hatiye dadgehkirin û cezayê dadgeha herêmî ji aliyê dadgeha bilind a Swêdê ve hatiye pesendkirin.

Beriya niha hatibû diyarikirin ku dibe ew kes  piştî kişandina cezayê xwe were dersînorkirin. Hêjayî gotinê ye, welatê Swêdê cara yekem e ji fînansekirina PKKê kesekî bi girtîgehê ceza dike.