Cara yekem Esed, ji bo avakirina hikûmetê kesekî Golanî erkdar kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esed, piştî şêwira bi Komîta Navendî ya Partiya Beas re, Mihemed Xazî El-Celalî ji bo avakirina kabîneya nû ya Sûriyeyê destnîşan kir.
Serokê Sûriyê Beşar El-Esed doh 14ê Îlonê biryarek derxist û tê de wezîrê berê yê ragihandinê Dr. Mihemed Xazî El-Celalî ji bo avakirina kabîneya nû li Sûriyeyê erkdar kir.
Ev cara yekem e ku şêwirmendî li ser destnîşankirina serokwezîrekî nû tê kirin, ji ber ku ev nêzîkî pênc dehsalan e şêwirên avakirina hikûmetê di nav bazneya yekem a desthilatê de û dûrî medyayê, dihatin kirin.
Ji dema ku Beşar Esed di sala 2000î de hatiye ser desthilatê, serokwezîr ji endamên hikûmetê yên berê, parêzgar an balyozên berê yên ku ezmûna wan di karê îdarî û wezaretê de hene û ji aliyê dezgehên ewlekarî yên pêwendîdar ve tên erêkirin û gelek caran jî endamên Komîta Navendî ya Partiya Beas in.
Celalî kî ye?
Dr. Mihemed Xazî El-Celalî sala 1969an li Şamê ji dayik bûye. Bawernameya endezyariya şaristaniyê li zanîngeha Şamê di sala 1992 de û doktora di endazyariya aborî de ji zanîngeha Eyn Şems li Qahîre di sala 2000 de wergirtiye. Di navbera 2014 – 2016an de jî Wezîra Pêwendiyan û Teknolojyayê bû.
El-Celalî ji gundên herêma Golanê ye û ew yekemîn kesayeta ji Golanê ye ku ji bo avakirina hikûmetê di serdema Esedê bav û Esedê kurd de, tê erkdarkirin e.
Girên Golanê di navbera çemê Yermûk li başûr û çiyayê Şêx li bakur de ye û beşek ji Sûriyeyê ye. Piştî şerê sala 1967an ve beşek mezin ji wê herêmê di destê Îsraîlê de ye. Neteweyên Yekbûyî jî wê herêmê wek ji axa Sûriyeyê ya dagirkirî dibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin