Dadgeha Swêdê cara yekem kesek bi fînansekirina PKKê ceza kir

06 July 2023 19:39 0 dîtin
Dadgeha Swêdê cara yekem kesek bi fînansekirina PKKê ceza kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Dadgeha Swêdê ji bo kesekî ji Bakurê Kurdistanê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, bi hinceta fînansekirina PKKê cezayê 4 sal û 6 mehan ê girtîgehê sepand.

Ev biryara dadgehê wekî gaveke erênî ya Tirkiyeyê ji bo pejirandina endamtiya NATO yê Swêdê dixwest, hate nirxandin.

Hat zanîn ku kesekî di meha Çileya îsal de bi hinceta komkirina pereyan bo PKKê hatibû girtin, hatiye dadgehkirin û dadgehê cezayê 4 sal û 6 mehan li ser wî sepandiye.

Herwiha li ser wî kesê ku hatiye cezakirin, tohmeta bi zora çekê wergirtina pereyan ji karsazekî hebûye.

Parêzerê wî kesê navê wî nehatiye eşkerekirin, îtiraz li biryara dadgeha swêdî kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 1ê Hezîrana 2023yan li Swêdê Yasaya Rûbirûbûna Terorê ya nû ketiye warê pratîkê ku li gor yasaya nû bo kesên “beşdarî çalakiyên terorê” bibin ji 4 heta 8 salan bi cezayê girtîgehê têne sizadan û ji bo kesên ji “serokatiya rêxistina terorê” jî heta 25 salan cezayê girtîgehê tê dayin.