Fransayê balafirên Mirage 2000 radestî Ukraynayê kir

06 February 2025 19:12 0 dîtin
Fransayê balafirên Mirage 2000 radestî Ukraynayê kir

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Fransayê ragihandin ku ji bo piştevaniya parastina asmanê Ukraynayê, yekem partiya balafirên Mirage 2000 bo Kîevê hatine şandin lê hejmara wan nedahe eşkerekirin.

Wezîrê Berevaniya Fransayê Sebastien Lecornu li ser medya civakî eşkere kir,  yekem beşaa balafirên "Mirage 2000-5" wan radestî Ukraynayê kiriye.

Lecornu got ku dê pîlotên Ukraynî yên li Fransayê hatine perwerdekirin wan balafiran bikar bînin.

6ê Hezîrana 2024an Serokomar Emmanuel Macron, dabû xuyakirin ku ew dê wan balafiran di demeke nêzîk de radestî Ukraynayê bikin.