Yekemîn koma balafirên F-16 radestî Ukraynayê hatin kirin
PeyamaKurd – Beşa yekem a balafirên şer ên F-16 Fighting Falcon ku Hêza Hewayî ya Ukraynayê ev demeke dirêj e dixwest ji hevalbendên xwe peyda bike, gihîşt Ukraynayê.
Li gorî agahiyên ku Bloomberg ji çavkaniyên Ukraynayê yên ku navê wan nehate zanîn wergirtiye, beşa yekem a balafirên şer ên F-16 ên bi eslê xwe Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) gihîştin baregeheke hewayî ya veşartî ya li Ûkraynayê.
Kîevê hê bi awayekî fermî van îdiayan piştrast nekiriye, lê li gorî biryarên ku di civîna NATOyê ya par li Vilniusê hat lidarxistin de, hatibû plankirin ku herî dereng heta dawiya Tîrmeha 2024an balafirên şer ên F-16 ji Ukraynayê re bên şandin.
Niha li gorî daneyên fermî, hêzên hewayî yên Ukraynayê, tê çaverêkirin ku 79 balafirên şer ên F-16 ji Hollanda, Danîmarka, Belçîka û Norwêcê bikirin.
Nayê zanîn ku kîjan welatî balafirên şer ên niha li Ukraynayê şandine, tê payîn ku di heyama pêş de veguheztin berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin