Wê Almanya materyalên din ên berevaniya hewayî radestî Ukraynayê bike

15 November 2024 08:55 0 dîtin
Wê Almanya materyalên din ên berevaniya hewayî radestî Ukraynayê bike

PeyamaKurd – Zelenskiy got, "Ukrayna spasdarê hemû hevkarên xwe ye ku di warê sîstemên moşekî û parastina hewayî de alîkariya me kirin."

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy roja Çarşemê bi serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re li ser sîstemên berevaniya esmanî yên li welatê wî civiya.

Almanya yek ji welatên sereke yên Ewropayê ye ku alîkariya leşkerî dide Ukraynayê.

Rêberê Ukraynayê wiha berdewam kir: "Me niha li ser radestkirina pergalek din a IRIS-T û xebatên pêşerojê yên li ser başkirina mertalên hewayî yên me gotûbêj kir."

"Me herwiha li ser formata Ramstein gotûbêj kir, hevkariyek ku sûdeke mezin dide Ukrayna û hemû hevkarên me. Ev hêza me ya kolektîf e."

Formata Ramstein ku bi navê "Koma Têkiliyên Parastina Ukrayna" jî tê zanîn, hevalbendiyek ji 57 welatan e ku piştgirî didin parastina Ukraynayê di bersivdayîna êrîşa Rûsyayê de.