Hukumeta Almanya wê sîstema parastina hewayî ya Patriotan ji bo Ûkrayna amade bike

13 April 2024 20:56 0 dîtin
Hukumeta Almanya wê sîstema parastina hewayî ya Patriotan ji bo Ûkrayna amade bike

PeyamaKurd – Hukumeta Almanya di çarçova paketa alîkariyê ya ji bo Ûkrayna re wê sîstema bergiriya hewayî Patriotan amade bike.

Wezareta bergiriyê ya Almanya bi nivîskî ragihand ku li ser êrîşên Rûsyayê yên hewayî zêde bûne û ji ber hinek sîstemên hewayî berê şandine Ûkraynayê, wê ji bo li wan zêde bikin, wê Patriotan bişînin Ûkraynayê. Li ser mijarê, wezîrê bergiriyê yê Almanya Boris Pistorius weha got:

“Terora Rûsyayê li ser avahiyên bingehîn yên bajarên Ûkraynayê zêde êşê dide Ûkraynayê. Çavkaniyên energiyê dixin talûkê û tesîsên artêşa Ûkraynayê yên amadekariyên endustriyel xerab dikin. Ji ber wê em Ûkraynayê bi sîstemekî din ya parastina hewayî bi Patriotan destek dikin. Berya vê biryarê bidim, min soz dabû ku yekî nuh ji bo welatê me bistînim. Ji bo wê jî em zêde dixebitin.”

Berê jî Almanya gelek ekîpmanên leşkerî û 2 heb sîstemên bergiriya hewayî, unîteyên avêtinê û 2 alavên ku pê Patriotan davêjin dabû Ûkraynayê.