Îngîltere 200 heb sîstema parastina hewayî sand Ûkraynayê
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Îngîltere daxwuyanî da ku ji bo parastina Ûkraynayê ji ber êrîşên Rûsyayê û ji bo parastina avahiyên bingehîn yên Ûkraynayê 200 heb sîstema parastina hewayî şandine Ûkraynayê.
Rûsya îro bi 158 fuze û IHAyan êrîşê ser Ûkraynayê kiribû û 31 kesan kuştibû. Li ser mijarê wezîrê Brîtanî yê berevaniyê Grant Shapps got:
“Serokê Rûsyayê Putin dixwaze parastina Ûkraynayê û tewrê Rojava biceribîne. Texmîn dike ku wê bi ser bikeve lê şaş e. Divê dinya azad were cem hev. Divê em hewlên xwe yên ji bo Ûkraynayê derxin du qatî. Ji bo Ûkrayna bi ser bikeve her pêdiviyê Ûkraynayê bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin