3 dewletên Baltikî li ser sînor ên xwe sîstema parastina hewayî ava dikin
PeyamaKurd – Sê dewletên Baltikî Estonya, Letonya û Litvanya piştî îşxala Rûsyayê ya Ûkraynayê ketin nav endîşeyan û bi hevre biryarekî nûh dan. Her sê dewlet wê li ser sînorên xwe sîstema parastina hewayî ava bikin.
Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya Estonyayê; wezîrê her sê dewletan li payîtexta Letonyayê li Rîgayê civiyane û di salên pêşiya me de ji bo parastina xwe li hev kirine ku sîstema bergiriya hewayî ava bikin.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku wê sîstem li ser sînorê Rûsya û Belarûsê bên avakirin lê behsa hûrahiya mijarê nekirin. Tenê li ser mijarê wezîrê bergiriyê yê Estonyayê weha got:
“Şerê Rûsya yê li Ûkraynayê nîşan da ku pêdivî bi ekipman, muhîmmat û hêza mirovî heye lê di heman wextê de nîşan da ku bi sîstema bergiriyê ya hewayî jî heye.”
Li ser mijarê wezîrê berevaniyê yê Letonyayê Andris Spruds piştî îmzakirina peymanê weha got:
“Ji bo parastina baskê Rojhilat yê NATOyê û ber lêgirtina tevgerên dijminan, em ê ‘Xetta Bergiriyê ya Baltikê’ ava bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin