Reuters: Fransa sîstema parastina hewayî li sînorê Tirkiye-Sûriyê bicih dike
PeyamaKurd - Ajansa Nûçeyan a Navdewletî Reutersê ragihand ku dê Fransa li sînorê başûrê Tirkiyê (Sûriye-Rojavayê Kurdistanê) sîstema fuzeyan a parastina hewayî SAMP-T bicih bike.
Li gorî çavkaniyên leşkerî yên ji Reutersê re axivî ne, rêveberiya Amerîkayê ji bo li şûna S-400an Tirkiye Patriotên Amerîkî bistîne danûstandinên xwe didomîne.
Herwiha hat gotin ku Tirkiye ji bo parastina qada esmanî hewlên xwe didomîne û hat îdiakirin ku dê bataryayên SAMP-T li nêzîkî sînorê Sûriyê (başûrê Tirkiyê) werin bicihkirin.
Pergalên parastina hewayî ya SAMP-T ji aliyê EUROSAMê ve bi hevkariya Îtalya û Fransayê têne çêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin