Amerîka bi sîstema parastina hewayî ya Hûsiyan li qereqola kontrolê ya bejayî xist

09 April 2024 12:02 0 dîtin
Amerîka bi sîstema parastina hewayî ya Hûsiyan li qereqola kontrolê ya bejayî xist

PeyamaKurd – DYAyê ragihand ku li Yemenê pergala parastina hewayî, îstasyona kontrolê ya bejayî û pergala balafira bêmirov a ku li ser Deryaya Sor a girêdayî Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike li Yemenê îmha kirine.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) derbarê mijarê de li ser platforma medyaya civakî X daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku doh li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de 2 moşekên ku ji bo avêtinê amade bûn, sîstema parastina hewayî û qereqola kontrolê ya bejahî hatin xistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pergala balafira bêmirov a ji aliyê Hûsiyan ve hatibû avêtin jî hatiye îmhakirin û Hûsiyan di 7ê Nîsanê de moşekeke balîstîk a li dijî keştiyê avêtiye keştiyeke hêzên koalîsyonê.

CENTCOMê di daxuyaniyeke cuda de herwiha diyar kir ku alîkariyên mirovî tevî xwarinên hişk bi balafirên leşkerî yên cureya "C-130" ber bi bakurê Xezzeyê ve hatine avêtin.