Hêzên Amerîka û Îngîltere êrîsê ser baregehên Hûsiyan yên deryayî û hewayî kirin

09 February 2024 23:39 0 dîtin
Hêzên Amerîka û Îngîltere êrîsê ser baregehên Hûsiyan yên deryayî û hewayî kirin

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên bi desteka Îranê ragihandin ku hêzên Amerîka û Îngîltere li bajarê Hudeyde li 3 deveran, li baregehên wan yên deryayî û hewayî xistine. Li gor nûçeya TV ya Hûsiyan ya bi navê El-Mesire; li bajarê Hudeyde, li navça Dureyhimi li devera Taîfê du êrîş pêk hatine.

Car din li bajarê Hudeyde li deverên Kusib û Cebbane gelek êrîş hatine kirin û êrîş ji aliyê Amerîka û Îngîltere de hatine kirin. Li gor çapemeniya Yemenê li devera Kusibê baregeha deryayî û li Cebbane baregeha hewayî ya Hûsiyan heye.

Bajarê Hudeyde yê Yemenê li peravên Derya Sore û peravên di nav sînorê Yemenê de gelek dirêje. Her weha 3 lîmanên girîng yên 3 welatan lê heye û lewra girîng e.