Ketaib Hizbullah: Em ê êrîsên ser hêzên Amerîkayê rawestînin

31 January 2024 01:56 0 dîtin
Ketaib Hizbullah: Em ê êrîsên ser hêzên Amerîkayê rawestînin

PeyamaKurd – Grûba bi navê Ketaib Hizbullah ku bi desteka Îranê tevdigere ragihand ku dê êrîşên ser hêzên Amerîkayê rawestînin. Di mijarê de sekreterê giştî yê Ketaib Hizbullahê Ebû Huseyin Himeydawî bi nivîskî daxwuyanî da. Himeydawî weha got:

“Bi taybetî birayên me yên Komara Îslamî yên Îranê nizanin em di mijara cîhadê de çawa dixebitin. Gelek caran li hemberê me ji bo me zorê dida ser hêzên dagirker yên li Sûriyê û Iraqê derdiketin. Em daîma xebitîn û me wezîfa xwe ya mirovî û fikrî bi îstîqrar dikir. Di şertên herî zor de me dev ji qaîdeyên hûqûqî û exlaqî berneda, em bi aqilane xebitîn.

Em radigihînin ku em li hemberê hêzên îşxalê (Amerîka) operasyonên xwe yên leşkerî radiwestînin. Em ê xelkê xwe yê Xezzayê bi awayekî dinê biparêzin. Eger li hemberê me tevegerekî Amerîkayê bibe, wê hêzên me jê re bergiriya pasif nîşan bidin.”