Di êrîsên Amerîka û Îngîltere de 17 Hûsî hatin kustin

10 February 2024 22:39 0 dîtin
Di êrîsên Amerîka û Îngîltere de 17 Hûsî hatin kustin

PeyamaKurd – Di êrîşên Amerîka û Îngîltere yên ser Hûsiyên Yemenê de ku terefdarên Îranê ne,17 Hûsî hatin kuştin.

Li gor Ajansa SABA ya Yemenê ku ajansa Hûsiya ye; kesên hatin kuştin ji bo wan merasima cenaze hat kirin. SABA ragihand ku di nava kuştiyan de payebilindekî lerkerî yê Hûsiyan jî heye lê di derbarê wext û ciyê kuştina wan de ti agahî nehat dayîn.

Li aliyê dinê TV ya Hûsiyan ya bi navê El-Mesira ragihand ku Amerîka û Îngîltere 3 êrîşên hewayî birine ser bajarê Hudeyde.