Di êrîsên Amerîka û Brîtanyayê de 40 Hûsî hatin kustin
PeyamaKurd – Hate ragihandin, di encama bombardimanên du rojên borî yên li ser Hûsiyên Yemenê ku Îran piştevaniya wan dike de, 40 endamên Hûsiyan hatine kuştin.
Li gorî nûçeya Sky News Arabiayê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji Yemenê, di 2 rojên dawî yên Amerîka û Brîtanyayê de 40 hûsî hatine kuştin.
Heman çavkaniyan daye zanîn, piraniya kuştiyên Hûsiyan li bajarên Senaa û Hudeydeyê ne.
Hêzên Amerîka û Brîtanyayê piştî zêdebûna êrîşên Hûsiyan li ser keştiyên bazirganî bi hinceta ku bi Îsraîlê re têkildar in, hevpeymanek li Derya Sor ava kiribûn û ji destpêka meha Çileyê ve jî car caran binkeyên Hûsiyan li Yemenê bombebaran dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin