Di êrîsên Amerîkayê de 25 çekdarên Hesda Seibiyê hatin kustin û 50 jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) berpirsiyariya êrîşe ser baregeha Hizbullaha Iraqê û Heşda Şeibî li xwe girt ragihand ku wan 5 baregehên Hizbûllaha Iraqê li Iraq û Sûriyê bombardiman kirine ku 3 ji wan baregehan li Iraqê ne 2 jî di nav erda Sûriyê de ne.
Di êrişên Amerîkayê yên bo ser baregehên hêzên ser bi Heşda Şeibiyê ve, 25 çekdar hatin kuştin û 50 çekdar jî birîndar bûn.
Li gor medyaya fermî ya Iraqê, Heşda Şeibiyê hejmara kuştiyên xwe aşkere kiriye û ragihandiye ku di êrişên Amerîkayê de 25 çekdar hatine kuştin û 50 çekdar jî birîndar bûne.
Pentagonê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku artêşa wî welatî li Iraq û Sûriyê li dijî 5 binkeyên Ketayibên Hizbullahê êrîşên asmanî pêk aniye. Li gor daxuyaniya Pentagonê, 3 ji wan binkeyan li Iraqê û 2 binke jî li nav axa Sûriyê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin